PeyamaKurd- Li paytextê Kurdistanê li Hewlêrê li bazara herî mezin agir derket. Heta niha jî agir nehatiye tefandin.
Hat ragihandin ku li Hewlêrê li Bazara Lengê duh seet li 03:30ê şevê agir derketiye. Di demeke kin de agir gihaye gelek dikanan. Piştî bûyerê, ji bo qontrolkirina êgir, gelek agirtef derbasî herêmê bûn.
Li gorî çavkaniyên herêmî, hema bêje nîvê bazarê şewitiye. Di gelek dikanan de firaqên ji naylonê pêk hatine hene û ji ber vê yekê tefandina êgir zahmet e. Ji ber sikakên teng jî agirtef nikarin serbest mudaxeleyî êgir bikin.
Xebatên tefandina êgir bênavber didomin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin