Li Hewlêrê îro meytê zarokê 10 mehî yê bi navê Daner hat dîtin

Li Hewlêrê îro meytê zarokê 10 mehî yê bi navê Daner hat dîtin

PeyamaKurd Li gundê Sorbeş ê deşta Şemamik a li parêzgeha Hewlêrê, îro destê sibê meytê zarokê 10 mehî yê bi navê Daner ku ber bi lehiyê ketibû hat dîtin.

Li gor zanyariyan, vê sibê ser û cilûbergên zarokekî li gundê Sorbeş hat dîtin, Berdevkê Berevaniya Şaristanî ya Hewlêrê destnîşan kir; meytê hatiye dîtin, yê Daner e.

Daner Nebez ê 10 mehî, beriya 55 rojan, roja 17ê Kanûna 2021ê, di dema rabûna lehiyê de li nahiya Daretû ketibû bin avê û wenda bûbû.

Berevaniya Şaristanî ya Hewlêrê û malbata wî, demeke dirêj lê geriyabûn, lê belê ew nedîtibûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin