Li Kelar a Silêmaniyê erdhej çêbû

Dîroka weşanê :
Li Kelar a Silêmaniyê erdhej çêbû

PeyamaKurd – Li parêzgeha Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê îro 7ê Adarê danê êvarê erdhejekê rû da. Hate ragihandin ku navenda erdejhê bajarê Kelarê ye û hêza lerzînê jî 4 pile ye..

Hate diyarkirin ku erdhej di navbera bajarê Kelar û Qoretû de çêbûye û hêza wê li gorî pîveka rîxterê 4 e û li derdorê jî hest pê hatiye kirin.

Navenda erdhejê wekî gundê Germik Qeyser hatiye diyarkirin ku li demjimêr 15.41ê di kûrahiya 11 kîlometreyan bin erdê de pêk hatiye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin