Li Silêmaniyê erdhej çêbû

Li Silêmaniyê erdhej çêbû

PeyamaKurd – Îro danê sibê li parêzgeha Silêmaniyê erdhejekê çêbû.

Rêveberê Keşnasî û Erdhejê yê Silêmaniyê Aso Kemal ji K24ê re daye zanîn: “Îro danê sibê di demjimêr 06:31 xulekan de li bakurê rojavayê Silêmaniyê û nêzîkî rêzeçiyayên Pîremegrûn erdhejekê bi hêza 3.1 pile rûda.”

Aso Kemal diyar kir: “Erdhej di kûrahiya şeş kîlometre û bi dûriya 25 kîlometre ji navenda bajarê Silêmaniyê çêbû û navenda erdhejê di navbera gundên Henaranî Serû û Kanî Menim bûye.”

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin