PeyamaKurd - Li parêzgeha Kerkûkê, li nêzîkî Liqa Sêyem a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), li dijî xaleke polêsan hêrişeke çekdarî pêk hat.
Hate ragihandin ku di vê hêrişa li dijî polêsên hewarê de, polêsekî can daye û yek jî birîndar bûye.
K24ê ragihand ku îro serê sibehê, li navenda parêzgeha Kerkûkê, kesekî siwarê motorsikletê li nêzîkî Liqa Sêyem a PDKê ya li meydana karkeran, li dijî xaleke polêsên hewarê hêrişeke çekdarî pêk aniye û di encamê de polêsekî canê xwe ji dest daye û yek jî birîndar bûye.
Hate ragihandin ku polêsên li xala pişkinînê guman ji wê motorsîkkletê kirine û daxwaza rawestandinê jê kirine, lê belê siwarê vê motorsîkletê, di wê kêliyê de bi çek gule li polêsan reşandiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin