PeyamaKurd- Li Kurdistanê li Kerkûkê li Taxa Tisînê duh bi şev teqînek çêbû. Di encama teqînê de 2 kes birîndar bûn.
Piştî teqînê ambulans derbasî herêmê bûn. Hat ragihandin ku trempêleke bombebarkirî hatiye teqandin. Li gorî agahiyên pêşî, di encama teqînê de 2 kes birîndar bûne. Teqîn li pêşiya teşkîlata Partiya Dozê pêk hatiye.
Kerkûk di 16ê Cotmeha 2017an de ji aliyê Artêşa Iraqê û Heşdî Şebiyê ve hatibû vegirtin. Ji wê rojê heta niha li herêmê aramî çênebûye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin