PeyamaKurd-Hat ragihandin ku li Gundê Geravê yê ser bi navçeya Sergeranê ya Kerkûkê ve 9 terorîstên DAIŞê hatine kuştin.
Li gorî ragihandina Artêşa Iraqê, îro li navçeya Sergeran a ser bi Kerkûkê ve li hember terorîstên DAIŞê operasyonek hatiye kirin. Hat ragihandin ku di encama operasyonê de 9 terorîstên DAIŞê hatine kuştin. Li gorî daxuyaniya fermî, di operasyonê de DAIŞî di tonêlekê de hatine asêkirin û tonêl bi ser wan de hatiye teqandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin