PeyamaKurd – Li navçeya Sûrê ya Diyarbekirê, ji ber belavbûna cûreya nû ya Koronayê, heta 14 rojan 85 xanî hatin karantînekirin.
Li Diyarbekirê cûreya nû ya Koronayê her diçe, zêdetir belav dibe. Ji ber ku bi nexweşketiyên Koronayê re temas kirine, şêniyên 85 xaniyan hatin karantînekirin.
Di 18ê Tebaxê de jî li Bismila navçeya Diyarbekirê, 3 tax hatibûn karantînekirin.
Ji aliyê din ve, di nav hefteyekê de ji 50 hezarî zêdetir welatiyan xwe derzî kirine û li xalên ketin û derketina bajêr jî xizmetên derzîkirinê hatine danîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin