Li Rojavayê Kurdistanê li pey hev du erdhejên bi hêz çêbûn

Li Rojavayê Kurdistanê li pey hev du erdhejên bi hêz çêbûn

PeyamaKurd -  Îro 26ê Çile piştî nîvro li bajarên Hesekê û Qamişlo yên Rojavayê Kurdistanê li pey hev du erdhej çêbûn.

Hat ragihandin ku erdheja ewil li saet 13:02an bi pileya 4.2 û kûrahiya 6.8 kîlometre erdzemînê rû daye.

Erdheja duyem jî li saet 14:17an bi pileya 5.2 û di kûrahiya 11.76 kîlometre erdzemînê de pêk hat ku li bajarên Bakurê Kurdistanê; Şirnex, Batman, Mêrdîn û Diyarbekir jî hat hîskirin.

Piştî erdhejê ti agahiyên ziyanên madî û canî nehatin tomarkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin