Li Semsûrê erdhejeke bi hêza 4.3 rû da

Li Semsûrê erdhejeke bi hêza 4.3 rû da

PeyamaKurd - Li bajarê Semsûrê yê Bakurê Kurdistanê ku di encama erdhejên 6ê Sibatê de, wêran bûye îro 13ê Nîsanê erdhejeke din a tund çêbû.

Hat ragihandin ku îro li demjimêr 16:26 bi hêza pileya 4.3 erdhej li Semsûrê çêbû.

Li gorî AFADê kûrahiya erdhejê 7 kîlometre bûye û navenda wê jî Sincik bûye ku heta niha ti ziyanek nehatiye ragihandin.

Rasatxaneya Kandillî jî mezinahiya erdhejê wekî 4.3 û kûrahiya wê jî 6.2 kîlometre eşkere kir.

Piştî erdhejên mezin ên bi tundiya 7.7 û 7.6 ên Mereşê heta niha di nav zêdetirî du mehan de, nêzî 30 hezar paşlerz çêbûne ku dibe heta salekê jî dewam bikin. 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin