PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatin ragihandin, di van kêliyên nîvrojê de balafireke bêmirov, Komelgeha Xanesorê li Şingalê bombebaran kir.
Li gorî agahiyên ku ji aliyê Rudawê ve hatin ragihandin, bi 2 êrîşên li ser hev, navenda bajarokê Xanesorê hatiye bombebarankirin.
Li gorî zanyariyên destpêkê, heta niha di derbarê encamên van êrîşan de ziyanên malî û canî nehatine ragihandin.
Li ser êrîşa ku hat kirin, hat diyarkirin ku ev balafir aîdê kîjan welatî ne, hîn nehatiye tespîtkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin