Li sînorê Rojhilatê Kurdistanê termê 9 kesan hatin dîtin

Li sînorê Rojhilatê Kurdistanê termê 9 kesan hatin dîtin

PeyamaKurd - Li navçeya Elbak (Başkale) a Wanê di navbera li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê yê parêzgeha Urmiyê termê 9 kesan hatin dîtin.

Li gorî nûçeya Ajansa Anadolu ya Tirkiyê, piştî guhertina demsalê û helîna berf û cemedê li ser sînor deverên çiyayî yên Elbakê termê 9 kesan hatine dîtin.

Tê çaverêkirin ku wan kesan ji ber rewşa xirab a zivistanê can daye ku karê kolberî yan jî danûstandina bazirganî dikirin.

Hên derbarê nasnameyên wan kesan de ti daxuyaniyek û zanyariyek nehatiye belavkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin