PeyamaKurd- Wezareta bergiriyê ya Amerîkayê Pentagon ragihand bo hevdîtinên di derbarê sîstema Patriotan dewam bikin, divê Tirkiye dev ji kirîna S-400an berde. Cîgira wezîrê bergiriyê yê Amerîkayê Catherine Wilbarger got; eger Tirkiye soz bide ku peymana kirîna S-400an dewam neke, rêvebiriya Amerîkayê amade ye ku hevdîtinên di derbarê Patriotan de dewam bike.
Berdevkê Pentagonê Charles E. Summers di serê hefteya borî de bo mijara S-400an weha gotibû:
“Wê Tirkiye nikaribe F-35 û Patriotan bistîne û encama kirîna S-400an wê li ser Tirkiyê giran bibe mal.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin