PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 1ê Nîsanê balafirên şer ên Iraqê hejmarek bingehên rêxistina terorîst ên DAIŞê li sînorê parêzgeha Selahedîn a bakurê Bexdayê bombebaran kirin.
Berdevkê fermandariya giştî yê hêzên çekdarên Iraqê Yehya Resul derbarê êrîşa asmanî ya îro de ragihand, balafirên şer ên artêşa Iraqê 3 motosîklet, 4 binke, tunelek û du depoyên avê yên DAIŞê bombebaran kirine û ew wêran kirine.
Lîwa Yehya Resul got, ew bingehên DAIŞê yên li sînorê çalakiyên fermandariya operasyonên Selahedînê bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin