15 DAISiyên din hatin kustin

15 DAISiyên din hatin kustin

PeyamaKurd - Navenda fermandariya hevpar a Iraqê ragihand ku li bakurê rojhilatê Ekaşatê li rojavaya parêzgeha Enbarê 15 têrorîstên DAIŞê hatin kuştin.

Li gor vê agahiyê çend qawûşên teqemenîyê, çek û rextên têrorîstên DAIŞê jî hatin keşifkirinê.

Ji hêla din ve, dadgeha cezayê ya Kerxê li Bexdayê îro cezaya bidarvekirinê da Ismayîl Elwan Îsawî ku yek ji serkirdeyên DAIŞê ye.

Al Îsawî berpirsê komîteya diyarkirina Walîyan û Emîrên Dîwanên DAIŞê wezîrê fitwayan û endamê civata DAIŞê û alîkarê Ebûbekir Bexdadî dihat hesêb.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin