Parêzgerê Kerkûkê dixwaze li Bexdayê bibe parlementer

Parêzgerê Kerkûkê dixwaze li Bexdayê bibe parlementer

PeyamaKurd- Parêzgerê Kerkûkê yê tayînkirî Raqan Seîd Cibûrî xwe amade dike da bibe parlementerê Bexdayê. Parlementerê Bexdayê Cemal Şuker bo BasNewsê ragihandiye ku heya bo Kerkûkê parêzger bê bijartin, dê wezîfa xwe dewam bike.

Şuker dibêje ku bi sedema PDK û YNK di mijara Kerkûkê de nêze ku li hev bikin, Cibûrî xwe amade dike da here Bexdayê. Li gor rêziknameya parlementoyê eger endamên parlementoyê deng bidin, rê li ber Cibûrî vedibe ku bibe parlementer.

Eger Cibûrî ji wezîfa îstîfa bike, qeymeqamê navendê dê bikeve şûna wî heya hilbijartinên parêzgehê bên kirin.

Cibûrî dizane piştî wan kiryarên xwe yên li dijî Kurda, eger her du partiyên Kurdistanê PDK û YNK li ser Kerkûkê bibin hemfikr û hilbijartin bêkirin, dê ciyê wî di Kurdistanê de nemîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin