PeyamaKurd – Malpera Mafên Mirovan Hengaw ragihand ku li bajarê Kurdistana Rojhilatê, li Ormiyê li navçeya Xoyê li devera Kotolê endamê meclisa gundê Rawiyan yê bi navê Siyaweş Kuresînî ku kolberî dikir, ji aliyê pasdarên Îranê de hat kuştin. Hengaw mijarê weha ragihand:
“Li devera Kotolê ya bi ser bajarê Xoyê, endamê meclisa gundê Rawiyan, Siyaweş Kuresînî di sibeha 02.11.2020 an de, li ser sînorê gundê Rawiyanê ku nêzî Tirkiyê ye, ji aliyê hêzên sînorî yên Îranê de hat kuştin.”
Kolberê navborî bo debara malbata xwe bike karê kolberiyê dikir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin