PeyamaKurd – Neteweyên Yekbûyî (NY) artêşa Rûsyayê û komên wê yên çekdar ji ber kuştina zarokan û gelek binpêkirinên giran li Ukraynayê xistine "lîsteya reş".
Rapora "Zarokên Di Pevçûnên Çekdar ên Salê de" yên di navbera Çile-Kanûna 2022an de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hat amadekirin derket holê.
Di raporê de hat gotin: “Hêzên çekdar ên Rûsyayê û komên çekdar ên girêdayî wê, ji ber êrîşên wan li ser dibistan û nexweşxaneyan û bi taybetî li herêmên qelebalix, kuştina zarokan bi rêya bikaranîna çekên teqîner ên qadeke mezin, di nav de bombebarankirina topên giran, sîstemên rokêtan, moşek û êrîşên asmanî di nav lîsteya reş de ne.”
Di raporê de hate gotin ku hêzên Rûsî û komên girêdayî wê 477 zarok kuştine û 909 zarok seqet kirine, hêzên çekdar ên Ukraynayê jî 80 zarok kuştine û 175 zarok jî seqet kirine.
Li gorî raporê, di dema ku hêzên Rûsî û Ukraynayê 92 zarok "wek mertalên mirovî û rehîn, yan jî ji bo karên malê û îstixbaratê bikar anîne", ji ber êrîşên esmanî yên nediyar li herêmê 261 zarok hatine kuştin û 212 zarok jî seqet bûne.
Hêzên Rûsyayê 91 zarok revandin, 46 zarok jî ji Ukraynayê birin Rûsyayê.
Li Ûkraynayê 1163 êrîş li dibistanan û 647 êrîş li nexweşxaneyan hatin kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin