PeyamaKurd- Serokwezîra Îtalya Giorgia Meloni, kabîneya xwe li havîngeha Steccatoyê ya Cutroya li başûr ku di 26ê Sibatê de karesata keştiyê lê qewimîbû, civand.
Piştî karesata keştiyê ya di 26ê Sibatê de ku herî kêm 72 koçberên neqanûnî can dan, ji aliyê rayedarên hikûmeta Îtalyayê ve hat ragihandin ku wan biryarnameyek nû derxist ku helwesta Îtalytalyayê li hember qaçaxvanên mirovan tundtir bibin.
Hat diyarkirin ku hikûmeta hevpeymaniya rastgir a bi serokatiya Meloni biryareke nû qebûl kir ku tê de qanûnên ku sizayên ji bo koçberiya neqanûnî, bi taybetî ji qaçaxvanên mirovan re zêde dike, proseya vegerandina kesên ku bi rêyên neyasayî derbasî welat bûne û penaberiya wan bûne, bileztir dike.
Serokwezîr Melonî ku piştî civata wezîran civîneke çapemenîyê li dar xist, diyar kir ku kombûna civata wezîran li vê dere piştî karesata meha borî xwedî nirxeke "sembolîk" bû û civata wezîran cara ewil di karesateke wiha de pêk hat.
Melonî diyar kir ku bi biryarnameya ku wan di encûmena wezîran de derxistiye, cezayên qaçaxvanên mirovan zêde kirine û wiha got: "Di vê biryarnameyê de ji bo kesên ku bi qaçaxçîtiya mirovan dibin sedema mirin û birîndarbûna giran, heta 30 sal sizayê girtîgehê tê sizadan.”
Giorgia Melonî diyar kir ku tedbîrên nû yên ku girtine nîşan didin ku ew bi biryar in ku bazirganiya mirovan bi dawî bikin û got, "Li hemberî bûyerên qewimîn berteka me tundtir e. Ji bo têkbirina van sûcdaran em ê her tiştî bikin. Ez dixwazim li dijî van mirovan şer bikim. Em dixwazin prensîba ku em ê di hezarsala sêyemîn de qaçaxçitiya mirovan qebûl nekin ava bikin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin