PeyamaKurd - Li parêzgeha Rihayê ya bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê bi ser gelek malan de girtin û bi gumana ku "Hewl dane li dijî hêzên ewlehiyê çalakiyan bikin" 17 kes hatin desteserkirin.
Hate ragihandin ku Hevseroka DEM Partî yê Sirucê Nazli Bînîcî û hin namzedên endamtiya meclisa şaredariyê ya navçeya Sirûcê jî di nav 17 kesen ku hatin desteserkirin de ne.
Ew operasyon bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Rihayê hatiye kirin.
Hate hînbûn ku operasyonên ku di encamê de 17 kes hatine desteserkirin ji aliyê Hêzên Rêveberiya Rûbirûbûna Terorê ya Cendirmeyên Tirkiyeyê û Rêveberiya Şaxa Sixuriyê ya Rêveberiya Ewlehiyê ya Rihayê ve hatine kirin.
Tê angaştin ku 17 kesên hatine desteserkirin xwestiye li dijî hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê çalakiyan pêk bînin.
Hat zanîn ku ji bo dosyaya doza ku ev kes hatine desteserkirin biryara "nepenî"tiyê hatiye dayîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin