Nasrallah: Heta li Xezzeyê ser bidome wê sêniyên bakurê Îsraîlê venegerin malên xwe

Nasrallah: Heta li Xezzeyê ser bidome wê sêniyên bakurê Îsraîlê venegerin malên xwe

PeyamaKurd - Serokê Hizbullaha Lubnanê Hesen Nasrallah gefê li Îsraîlê xwar û got: “Heta hêrişên Îsraîlê yên li dijî  Xêza Xezzeyê bidomin, wê kesên ku li bakurê Îsraîlê dijîn, di destpêka heyama perwerdehiyê ya sala bê de nikaribin vegerin malên xwe.”

Hizbullaha Lubnanê, bi şerê Xezzeyê yê di navbera Îsraîl û Hemasê re hevdem, li dijî hêzên artêşa Îsraîlê yên li nêzîkî sînorê başûrê Lubnanê, bi Îsraîlê re şer didomîne.

Hizbullah radigihîne ku ew bi egera piştgirî bide Hemasê û pêşî li hêrişên Îsraîlê yên li dijî Lubnanê bigire, bi mûşekan hêrişî hêzên artêşa Îsraîlê dike.

Nasrallah di daxuyaniya xwe ya duh a li ser televizyonê de dubare kir ku heta hêrişên Îsraîlê yên li ser Xezzeyê bidomin, Hîzbullah wê têkoşîna xwe bidomîne.

Nasrallah di axaftina xwe de wiha got; “Ev xeta di navbera Eniya Piştevaniya Lubnanê û Xezzeyê de teqez û diyarker e. Tu kes nikare vê xeta di navbera her du eniyan de bişkêne.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin