PeyamaKurd- Ji aliyê rayedarên darayî yên Brîtanyayê ve hat ragihandin ku Brîtanyayê 500 milyon dolarên ji bo piştgiriya Ukraynayê, qebûl kiriye.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Xezînedariya Brîtanyayê, îsal alîkariya wan a ji bo Ukraynayê, dê bigihêje milyarek dolar û 500 milyon dolarên din jî dê wekî fînanse bê dayîn.
Hat diyarkirin ku tevahiya piştgiriya ku Brîtanyayê daye Ukraynayê dê bigihêje 8,1 mîlyar dolaran.
Tê payîn ku fona nû ji bo peydakirina hewcedariyên aborî yên Ukraynayê û peydakirina kar û barên gelemperî yên girîng, dê bibe alîkar.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin