PeyamaKurd – Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro li Davosê li gel Wezîrê Karûbarên Derve yê Çekyayê Jan Lîpavskî civiya.
Di hevdîtinê de behsa bipêşxistina têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Komara Çekyayê yên di warên curbicur de bi taybetî di warê pirrengiya aborî de hate kirin.
Li gorî daxuyaniyê, di civînê de her weha tekezî li ser giringiya parastina ewlehî û aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê jî hat kirin û derbarê pêşhatên dawî yên Sûriyeyê de gotûbêj hatin kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin