Anket: Niha hilbijartin bibin wê Trump bi ser bikeve

Anket: Niha hilbijartin bibin wê Trump bi ser bikeve

PeyamaKurd - Medyaya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dide zanîn ku Serokê berê yê DYA Donald Trump, di hemû waran de li pêş serokê niha Joe Biden e.

Dezgeha ragihandinê ya Amerîkî NBC Newsê bi spartina anketa xwe ragihand ku Biden di asta navxweyî de, di gellek waran de rastî gelek rexneyên tûnd dibe û li gorî anketan, populerbûna Trump ji ya Biden pir zêdetir bûye.

NBC Newsê got: "Ger ku niha hilbijartin bibin, wê Trump bi ser bikeve."

Li gor anketa NBC Newsê, Serokê berê yê DYAyê Donald Trump di siyaset, nirxandinên şexsî û mijarên aborî de zêdetirî 20 qalan li pêş Joe Biden e û di mijara koçberan de jî 30 qalan li pêş Biden e.

NBC Newsê daye zanîn ku di çalakî û şiyana şexsî û di heman demê de di populerbûnê de jî Biden, ji sedî 37 kêmî Trump bûye û wek sedem jî angaştiye ku nemaze ji ber siyasetên wî yên li dijî şerê Xezzeyê û piştgirîdayîna Îsraîlê.

Li gorî anketê Trump bi giştî 5 qal li pêş Biden e ango ji sedî 47ê Amerîkiyan piştgirî didin Trump û ji sedî 42 jî piştgirî didin Biden.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin