Îran sînorê Sîdekanê topbaran dike

Îran sînorê Sîdekanê topbaran dike

PeyamaKurd – Artêşa Îranê sînorê Sîdekanê ku bi ser navça Soran ya Hewlêrê ve ye, bi topên hawanê topbaran dike. Li gor ragihandina Rûdawê; topbaran li deverên qûntarên Seqerê, Buhira Singanê, Gelî Sipî Berdespyan û Telanê dibin. Rêvebirê Sîdekanê Îhsan Çelebî ragihandiye ku heya niha zerara canî nebûye lê ciyê bi topan lêdixin, agir bi wan deveran ketiye.

Hat ragihandin ku artêşa Îranê li sînorê Şîno li Dolmeydanê yekîneyên xwe yên topvan bicîh kiriye û dora gundê Berbizin topbaran dike.

Îran gelek caran partiyên Rojhilatê Kurdistanê dike bahane ku di nav sînorê Herêma Kurdistanê de binecîh ne û sînorê Başûrê Kurdistanê topbaran dike.

Li gor şirovekarên siyasî; li Rojhilatê Kurdistanê ji ber xwepêşandan li ser kuştina keça Kurd Mahsa Emînî dewam dikin, Îran dixwaze li ber Pêşmergeyên partiyên Rojhilat bigre.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin