PeyamaKurd - Hevşaredarê Diyarbekirê ji HDPê Selçûk Mizrakli ku li şûna wî qeyûm hatibû danîn û piştre jî hatibû girtin, sibe derdikeve pêşberî dadgehê.
2yemîn danişîna doza Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Diyarbekirê Dr. Ahmet Selçuk Mizrakli sibê dadgeha Diyarbekirê birêve diçe.
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Diyarbekirê Selçûk Mizrakli li ser îfadeya Hicran Berna Ayverdî di 22ê Cotmeha 2019an de hat girtin û 15 sal ceza ji bo wî tê xwestin.
Mizrakli sibê derdikeve pêşberî 9emîn Dadgeha Cezayên Giran a Diyarbekirê ji 6 mehan heta 15 salan ceza re tê xwestin.
Mizrakli wê ji Girtîgeha Tîpa T2 a Qeyseriyê bi rêya SEGBİSê beşdarî danişîna dadgehê bibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin