Palladino: HSD hevpeymaneke girîng e, heger gef li ser Tirkiyê hebin…

Palladino: HSD hevpeymaneke girîng e, heger gef li ser Tirkiyê hebin…

PeyamaKurd - Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Robert Palladino ragihand ku Amerîka li ser hemû pirsên girêdayî ewlehiya Tirkiye û bakurê Sûriyê bi Enqereyê re hevahengiyê dike û got, ‘Heger gefek li ser Tirkiyê hebe, Amerîka hevahengiyê dike’.

Robert Palladino di konferansa rojnamevanî de, li ser metirsiyên Tirkiyê yên bo sînorê Rojava û bakurê Sûriyê daxuyakirin ku heger gefek li ser ewlehiya Tirkiyê hebe, Amerîka pabend e ku hevahengiyê bi Tirkiyê re bike.

Rayedarê Amerîkî got, “Bêgûman her wek hûn dizanin hêzên Amerîka bi armanca jinavbirina DAIŞê li navçê ye û pêşveçûnên mezin hebûn. Lê hîna erkê me bidawî nehatiye, Serok Trump û Serok Erdogan ev pirs di çarçova pêwendiya telefonî de behs kirin, her du alî jî pabend in ku hevahengî derbarê her êrîşeke ku rûbirûyî Tirkiye û navçê bibe, hebe.”

Palladino bal kişand ser hevkariya Amerîkayê ya bi HSDê re
û diyar kir, “HSD hevpeymaniyeke girîng a me ye di şerê dijî DAIŞê de û armanca me ji hevkariya HSDê ji bo piraniya grûbên li Sûriyê jî heman tişt e, ku beşeke guhartinê  li Sûriyê.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin