Ji PDK ê bo KCK ê:”Dev ji gotinên xwe yên pûç berdin”

Ji PDK ê bo KCK ê:”Dev ji gotinên xwe yên pûç berdin”

PeyamaKurd – Berdevkê PDK ê Mehmûd Mihemmed got ku ew di şerê navbera artêşa Tirkiyê û PKK ê de teref nînin û weha got:

“Eger PKK nikaribe şer bike û daîma bireve, ti sûcekî PDKê di vir de tineye. Êdî bila dev ji van gotinên pûç berdin.”

KCK ê ragihandibû ku bê erêkirina PDK ê operasyona Garê ne mumkune. Berdevkê PDKê di malpera "KDP.Info de weha got:

“KCK ê car din di ragihandina xwe ya di derbarê şerê navbera PKK ê û artêşa Tirkiyê de, gotinên eslên wan tineye bo PDK ê serf kiriye. Em gotin û îdîayên KCKê red dikin û her weha ti têkiliyên me bi dijberiyên navbera wan tineye.”

Berdevkê PDK ê Mehmûd Mihemmed di beyana xwe de weha dewam kir:

“Rastî ev e ku yê bi destê artêşa Tirkiyê şer xistiye nav axa Kurdistanê, yê kasoê çêdike, bêîstîqrariyê çêdike PKK bi xwe ye. PKK di nav axa Tirkiyê de şer nake. Eger daîma bireve û kesên dinan li pey xwe bikşîne, sûcê PDK ê çiye?

Ez car din dibêjim; ti têkiliya PDK ê bi vî şerê re tineye, di mijara şerkirin û neşerkirinê de li ber PKK ê ranewestiyaye. Nikare şer bike û her wext direve. Ew bi xwe jî zanin eger PDK tevlî vî şerê bibûya, wê halê PKK ê zahf nexweş bibûya.

Çareseriya herî baş ew ku PKK destê xwe ji singa me berde, nebe sedema bêîstîqrariya Kurdistanê û nebe sedema serûhevbûna jiyana hemwelatiyên me.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin