PeyamaKurd - Wezareta Tendirustiya Iraqê derbarê rewaşa vîrusa koronayê de daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand, metirsiya koronayê maye û rewş ber bi xirabiyê diçe.
Berdevkê Wezareta Temdirustiya Iraqê Seyf Bedir li ser mijara dirêjkirina qedexeya çûnûhatinê da xuyakirin ku ji ber metirsiyê wezaretê ew biryar daye û dê qedexe berdewam be.
Herwiha Seyf Bedir bal kişand ser ku ew daxwazê ji xelkê dikin pabendî tedbîrên xweparastinê bin, lewra metirsiya koronayê hîn jî berdewam dike û ber bi xirabûnê ve diçe.
Li seranserê Iraqê heta niha 731 hezar kes bi koronayê ketine û 13 hezar û 590 kes jî pê mirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin