Serok Barzanî sersaxiya malbata Îzet Silêman Beg Dergele kir

Serok Barzanî sersaxiya malbata Îzet Silêman Beg Dergele kir

PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi sedema wefata pêşmergê Şoreşa Êlûn û Gulanê Îzet Silêman Beg Dergele peyamekî sersaxiyê belav kir. Barzanî di peyama xwe de weha got:

“Ji malbata naskirî, bi Mele Mistefa Barzaniyê nemir re Îzet Silêman Beg li Mahabadê pêşmergatiyê kiriye, koça Sowyetê kiriye, Îzet bo Kurdîniyê keda xwe daye, welatperwer, li ser rêbaza Barzanî, di her dû şoreşan de li devera Soran roleka mezin daye ser milên xwe, wefata wî bo me wendahiyekî mezine.”

Serok Barzanî bo malbat û hevalên rehmetî Îzet Silêman Beg yên sîlih û Kurdistaniyên welatperwer sersaxiyê xwest.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin