PeyamaKurd – Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) teqîna doh ya li bajarê Efrînê zêdetirî 50 kes hatin kuştin û bêhtirî sed kesan jî birîndar bûn şermezar kir.
MSDê jî di daxuyaniya xwe de, teqîn şermezar kir û banga bidawîkirina dagirkeriya Tirkiyê li Sûriyê û Efrînê, li civaka navdewletî kir.
MSDê da xuyakirin, " Em wek Meclisa Sûriya Demokratîk, di demeke ku em vê kiryara terorîst a tirsnak ku sivîlên bêguneh kirin armanc û gef li şêniyên Efrînê yên mayî tê xwarin da ku koçber bibin û dev ji gund û bajarên xwe berdin, şermezar dikin û piştrast dikin ku dagirkeriya Tirk bi rêya pişta xwe dayîna li ser komên ku fikrên terorîstî radikin, rê da ku hêzên terorîst xwe bi rêxistin bikin û kiryarên xwe yên tirsonek di bin sîwana parastina Tirkiyê de pêk bînin.”
Di berdewamê MSDê got, “Di demekê de ku artêşa Tirk û komên girêdayî wê, hevpeymana ku Tirkiyê bi Amerîka û Rûsyayê re der barê agirbesta li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk aniye, binpê dike, wekî bûyera hedefgirtina navenda Asayîşa Kobanê ji aliyê artêşa Tirk ve û nakokiyên di navbera wan bi xwe de li ser, mal û milkên sivîlan, ev teqîn pêk hat.”
MSDê bang li civaka navdewletî jî kir, “bi berpirsyariya xwe li hemberî doza Sûriyê rabe û ji bo dawîkirina dagirkeriya Tirkiyê li ser bajarê Efrînê û hemû herêmên ku dagir kirine, bixebite. Her wiha atmosfêra çareseriya siyasî li gorî biryarên navneteweyî û di serî de li gorî biryara 2254’an peyda bike û sînorekî ji aloziya ku ev nêzî deh sal e berdewam dike, deyne."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin