PeyamaKurd - Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê îro 8ê Hezîranê amarên 24 saetên dawî yên nexweşiya Covid-19 belav kir.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê di dema 24 demjimêrên borî de li ser asta Herêma Kurdistanê 102 haletên nû yên tûşbûna bi vîrusa koronayê hatine tomarkirin û 3 kesan jî can daye.
Wezaretê da zanîn ku li parêzgeha Hewlêrê 15 tûşbûn, li parêzgeha Silêmanîyê 73 tûşbûn û 3 wefat, li Germîyan 12 tûşbûn û li Duhokê jî 2 tûşbûn hatin tomarkirin.
Li Herêma Kurdistanê hejmara giştî ya pêketiyên bi vîrusa koronayê gihîşt 1,324 kesan ku 537 nexweş baş bûne û 27 kesan jî heta niha can daye.
Daxuyaniya Wezareta Tenduristîyê ya 8ê Hezîrana 2020an:
Derbarê nexweşîya Vayrosa Korona ya Nû (KOVID-19) li Herêma Kurdistanê, rêkar berdewam in bi vî awayî:
Hejmara hevwelatîyên di Kerentînan de, (12,856) hevwelatî bûn. Niha tenê (727) hevwelatî, li (33) cihên cuda, di kerentînan de man e, (198) li Hewlêrê, (33) li Silêmanîyê û (506) li Duhokê. (12,129) hevwelatî ji kerentîneyê derketine û vegerîyane nav malbatên xwe piştî ku dema dû hefteyan di Kerentîneyê de derbaz kirin e. Hejamreka din li 24 demjimêrên burî hatine kerentînekirin ku tevaya hejamara wan (41) Hevwelatî ne.
Di dema 24 demjimêrên burî de, (2,516) pişkinîn li ser asta Herêmê hatin encamadan. (1352) li Hewlêrê, (752) li Silêmanîyê, (400) li Duhokê û (12) li Germîyan.
Di encam de, (104) haletên nû yên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê li Herêma Kurdistanê hatin tomarkirin. (102) li parêzgeha, li parêzgeha Helebce (1) û Silêmanîyê li parêzgeha Duhok jî (2).
Hejmara giştî ya wan pişkinînên ku ji destpêka Vayrosa Koronayê hatine encamdan 90,106 pişkinîn bûne.
Encam:
Di dema 24 demjimêrên bûrî de, (3) can jidestdan û (102) tûşbûyên nû hatin tomarkirin, bi vî awayî:
Hejmara tevaya tûşbûyan bi Vayrosa Koronaya Nû (KOVID-19 li Herêma Kurdistanê gehişte (1,324) kes in, di nav wan de, (27) haletên mirinê hene û (537) nexweş jî baş bûne û niha (760) nexweş in û di bin çavdêrîya pizîşkî de ne. bo znanyarîyên zêdetir serdana Daşborda hikumeta Herêma Kurdistanê bike li vê lînkê (https://gov.krd/coronavirus/dashboard/).
Tevî destxweşîyê bo pizîşik, karmendên Tenduristîyê û tevaya tîmên pizîşkî yên di kar de ne, careka din tika dikîn, hevwelatî bi tî awayekî ji malên xwe nehên derve û pabend bin bi rênimayî yên tenduristîyê. Di dema pêwîst de jî, peywendîyê bi hêla germa hejamre (122) bikin.
Wezareta Tenduristîyê
Hikumeta Herêma Kurdistanê
8ê Xizîrana 2020ê
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin