PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu bi tundî li dijî lihevkirina yekrêziyê ya partiyên ENKS û PYNK-PYDê yên Rojavayê Kurdistanê derket û gef li ENKSê xwar.
Çavuşoglu di bernameya CNN Turk a Tirkî de, li ser rêkeftina ENKSê û PYNKê hewldanên Amerîkayê bo yekrêziya Kurdan rexne kir.
Wezîrê tirk herwiha dema destpêkirina danûstandinên ENKS û PYDê hevdîtina xwe ya ligel şanda ENKSê ya meha Sibatê bibîr xist û got ku wan hişyarî daye wan.
Çavuşoglu li ser lihevkirina aliyên Kurd li Rojavayê Kurdistanê gef li ENKSê xwar û wiha got:
“Bi awayekî vekirî dibêjim, navê wê çi dibe bila bibe, yên ku bi YPG-PKKê re bin, ji bo me ferqa wan ji YPG-PKKê nîne û ji bo me hedefên meşrû ne. Çawa ku YPG-PKK çi li Iraqê (Herêma Kurdistanê) çi li Sûriyê hedef e, yên ku bi wan re tevdigerin jî li her derê ji bo me hedefên meşrû ne. Me hişyariyên xwe dan hemû aliyan.”
Çavuşoglu, yasaya Sizayên Sezar ên Amerîkayê bi ser rejîma Esed de jî rexne kir û got, “Amerîka heger bi hinceta lawazkirina rejîma Esed û parçekirina Sûriyê û bi dayîna piştgiriya YPG-PKKê herêmekê ava bike û heke ev ceza ji bo wê bin, ne rast e.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin