PeyamaKurd - Xelatgira Nobela Aştiyê keça Kurd a Êzidî Nadya Mûrad ku Qasida Niyetpakiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ye, îro 13ê Kanûnê serdana Kurdistanê kir û bi payebilindên Kurdistanê re civiya. Nadya Mûrad doh 12ê Kanûnê jî serdana Iraqê kiribû û bi karbidestên Iraqî re hatibû ba hev.
Nadya Mûrad li Kurdistanê bi Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Serokê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re civiya.
Malpera Fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê belav kir ku Nêçîrvan Barzanî di vê hevdîtinê de, ji ber wergirtina Xelata Nobel a Aştiyê, pîrozbahî li Nadiya Murad kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.
Nadya Mûrad herwiha di hevdîtinê de kitêba xwe ya îngilîzî jî pêşkeşî Nêçîrvan Barzanî kir.
Serokê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwazî li Nadya Mûrad kir û ew ji ber wergirtina xelata Nobelê pîroz kir û hêvî xwest, bo gihandina belayên êzdiyan ji civaka navnetewî re û birînan bipêçê û dabînkirina xizmetê û avadaniyê bo deverê hêza xwe bikar bîne.
Nadya Murad ji ber hewarçûna hikûmeta herêma Kurdistanê, parastin û alîkariya êzdiyan spasiya xwe kir û da zanîn, ew dê hewil bide bo belayên êzdiyan bi giştî û bi taybet jî rewşa keç û jinên rizgarbûyên destê DAIŞê bibe pêş civaka navdewletî û balê bikişîne ser ku terorîstên DAIŞê bên sizadan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin