Ji Çavusoglu bo Macron: "Tu kî ku navbeynkariyê dikî?"

Ji Çavusoglu bo Macron: "Tu kî ku navbeynkariyê dikî?"

PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, rexneya tund li Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron girt û got "Pêşniyaza Fransayê ya ji bona navbeynkariya di navbera me û terorîstan da nayê qebûlkirin. Tu kî yî ku navbeynkariyê dikî."

Çavuşoglu piştî hevdîtina bi Wezîrê Karên Derva yê Ukraynayê Pavlo Klîmkîn daxuyaniya çapemeniyê da.

Mevlut Çavuşoglu li ser hevdîtina li Fransayê bi lijneyeke SDGê ra hat kirin wiha got: "Fransa bi rêxistina terorê re di asteke bilind de dicive û ev nîşan dide ku Fransa di nav rêxistinên terorê de durûtiyê dike."

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu ji bo pêşniyaza Fransayê ya ji bona navbeynkariyê wiha axivî: "Pêşniyaza Fransayê ya ji bona navbeynkariya di navbera me û terorîstan de nayê qebûlkirin. Tu kî yî ku navbeynkariyê dikî."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin