PeyamaKurd – îro 20ê Çile nava rojê bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ku di bin kontrola artêşa Tirk û komên çekdar de ye, hat topbaran kirin.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, bajarê Efrînê di encama topbaranê de, kuştî û birîndar hene.
Hin çavkaniyan diyar kiriye ku heta niha 4 kuştî û 20 birîndar di encama topbaranê de çêbûne.
Çavkaniyên Tirk îdia dikin ku êrîş ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ango hêzên Kurd ve hatiye kirin û piraniya birîndar û kuştiyan zarok in.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin