PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 25ê Tîrmehê danê nîvro, bi top û moşekan êrîşek li ser bajarê Efrînê yê di bin dagirkeriya Tirkiye û komên çekdar de pêk hat.
Jêderên ji navenda Efrînê ragihandine ku îro li demjimêr 13:00 hejmarek moşek li nava bajarê Efrînê ketine û di encamê ziyan gihîştiye mal û avahiyên sivîlan ku hejmarek kes jî birîndar bûne.
Hat zanîn ku moşek taxa Vêlat, riya Raco û çarrêya Maratê û li navenda Berevaniya Sivîl a Efrînê ketine.
Ji aliyê xwe ve medya nêzîkî Tirkiyê jî bi belavkirina dîmenên êrîşê ragihandiye ku bi topan navenda Efrînê ji aliyê YPGê ve hatiye hedef girtin û yek ji wan zarok 6 sivîl birîndar bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin