PeyamaKurd – Baregayê Barzanî li ser wefata dozgerê Şoreşa Êlûnê û hem alim û profesor Saman Ebdûlah Ezîz Ehmed Rewandizî peyama sersaxiyê belav kir. Di peyamê de sersaxiyê bo malbata Rewandizî û dostên wî kir. Baregayê Barzanî di peyamê de weha got:
“Me wefata birêz alime olî, dozgerê Şoreşa Êlûnê û profesor Dr. Saman Ebdulah Ehmed Rewandizî bi xemgînî bihîst. Bo malbata wî ya têkoşer, nêzên wî û hezkiriyên wî sersaxiyê dixwazin û hevparê xema wan in. Xwedê rehma xwe lê bike û sebrê bide malbat û dostên wî.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin