Li Rojavayê Kurdistanê 65 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin

Li Rojavayê Kurdistanê 65 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin

PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê 65 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin û 4 kesan jî can dan.

Li gor Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên dawî ragihand, 4 kesan bi Koronayê can dan. Ji wan 2 kes ji Hesekê û 2 kes jî ji Dêrikê ne.

Dr. Ciwan Mistefa da zanîn, 65 kes bi vîrûsa Koronayê ketine. Haletên hatine tomarkirin wiha ne: 13 kes li Hesekê, 26 kes li Qamişlo, 13 kes li Dêrikê, 1 kes li Amûdê, 3 kes li Girkê Legê, 3 kes li Dirbêsiyê, 1 kes li Til Temirê, 1 kes li Minbicê, 4 kes li Şehbayê ne.

Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir, di nav 24 saetan de 16 kes jî baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê bi vîrusa Koronayê ketine gihîşt 5710 kesan, ji wan 830 kes baş bûne û 147 kesan jî can dane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin