PeyamaKurd - Li bejahiya Reqqayê ya Sûriyeyê 2 şivan bi teqemeniyan hatin girêdan û hatin kuştin û pezê wan hate gulebarankirin. Di encamê de 2 şivan hatin kuştin û 300 serî pezên wan hatin telefkirin.
Hate ragihandin ku ev bûyer duh li bejahiya çola bajarê Reqayê, li herêma El-Recum a li nêzî Çiyayê Bişrî yê bajarokê Sabxayê qewimiye.
Jêderên ji Rojavayê Kurdistanê ji North Pressê re gotin ku: "Hêrişkarên nenas 2 şivan girêdan, teqemenî bi wan ve danîn û dema gundî kom bûn teqemenî teqandin."
Jêderan dan zanîn ku hêrişkaran depoyên avê şewitandinine û 300 serî pez jî telef kirine.
Di demên dawî de, li herêma Bişrî çalakiyên komên çekdar ên girêdayî rejîma Îranê zêde bûbûn.
Şêniyên herêmê diyar kirin ku ev komên çekdar bi heman rengî li dijî şivanan hêrişan pêk tînin.
Her wiha li herêmê gelek caran hêrişên çeteyên DAIŞê jî pêk tên.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin