Îsvîçre didardekirina 3 kesan yên li Îranê sermezar kir

Îsvîçre didardekirina 3 kesan yên li Îranê sermezar kir

PeyamaKurd – Li Îranê di wexta tevgerên li dijî dewletê yên bi navê Mahsa Jîna Emînî li eyaleta Esfahanê bi sedema kuştina 3 kesên asayîşê, di bûyerê de dadgehê 3 kesan sûcdar dîbû û biryara didardekirina wan dabû. Birayara dadgehê bicîhanîn û li ser didardekirina wan sê kesan wezareta karên derve ya Îsvîçre bûyerê şermezar kir û weha got:

“Piştî kuştina Mahsa Emînî ya di êlûna sala 2022an de, bi bûyerê ve girêdayî ku xwepêşandan hatibûn kirin, vê sibê dewleta Îranê 3 kesan îdam kir. Em îdama wan şermezar dikin. Em bang li Îranê dikin ku van înfazan rawestînin û cezayê dardekirinê kêm bikin.”

Di wexta çalakiyên Mahsa Jîna Emînî de li bajarê Esfahana Îranê 3 kesên ji hêzên asayîşê yên bi navên Muhsin Hamidi, Muhammed Kerimi û Muhsin Çeragi jiyana xwe ji dest dabûn. Îranê weka kujer Salih Mirhaşimi, Mecid Kazımi û Said Yaqubi bi biryara dardekirinê ceza kiribû. Dadgeha bilind ya Îranê di 10 ê gulana 2023an de biryara dadgeha jêr tesdîq kiribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin