Rojava | Rewsa dawî ya Covid19 hat eskere kirin

Rojava | Rewsa dawî ya Covid19 hat eskere kirin

PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê kurdistanê ragihand ku 80 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 3 kes jî pê mirine.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kirin.

Mistefa diyar kir, 3 kes ji ber koronayê mirine ku 1 kes li Hesekê û 2 kes li Qamişlo ne.

Herwiha eşkere kir, 80 kes bi vîrûsa koronayê ketine ku ew jî16 kes li Hesekê, 14 kes li Qamişlo, 3 kes li Dêrikê, 3 kes li Amûdê, 1 kes li Dirbêsiyê, 3 kes li Kobanê, 17 kes li Reqayê, 11 kes li Tebqayê, 2 kes li Dêrezorê û 4 kes li Kampa Holê ne.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê da xuyakirin ku 6 nexweşên koronayê jî baş bûne.

Bi van amarên dawî re li Rojavayê Kurdistanê hejmara kesên bi vîrûsa koronayê ketine gihîşt 17826 kesan, ya mirinan bû 726 kes û heta niha 1786 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin