PeyamaKurd - Li Herêma Kurdistanê di 24 saetên dawî de 689 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin û 24 kesan jî ji ber vîrûsa Koronayê can dan.
Li gor Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir, di 24 saetên dawî de 689 kes bi vîrûsa Koronayê ketin, 214 kes li Hewlêrê, 100 kes li Silêmaniyê, 301 kes li Duhokê, 22 kes li Helebceyê, 36 kes li Germiyanê û 16 kes li Raperînê, ne.
Herwiha ragihand; 24 kesan ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane, ji wan 5 kes li Hewlêrê, 8 kes li Silêmaniyê, 7 kes li Duhokê, 1 kes li Helebceyê û 1 kes li Raperînê ne.
Hat destnîşankirin, di 24 saetan de 201 pêketiyên Koronayê baş bûne.
Amarên giştî:
Pêketin: 76025
Mirin: 2455
Başbûn: 42809
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin