Li Qersê 6 kesan ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dane

Li Qersê 6 kesan ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dane

PeyamaKurd – Du parlamenterên AKPê û serokê şaxeya AKPê yê vê parêzgehê di vîdeokonferansekê de aşkere kirin, ku heta niha li Qersê bi sedema vîrusa koronaya nifşê nû (Covid-19), 6 kesan jiayana xwe ji dest daye.

Perlementerên AKPê yên Qersê Ahmet Arslan, Yunus Kılıç û serokê şaxeya AKPê yê wî bajarî Adem Çalkin derheqê amarên koronayê de li bajêr ji rojnemevanan re daxuyanî dan.

Li gor daxuyaniya perlementerên AKPê, li parêzgeha Qarsê ya Bakurê Kurdistanê heta niha 136 kes li vê parêzgehê bi vîrusa Covid-19 ketine û 6 kesan jî bi koronayê jiyana xwe ji dest dane.

Herwiha li gor daxuyaniyê, 44 tûşbûyên koronayê jî ji vê nexweşiyê rizgar bûne û piştî başbûna rewşa wan a tendirustî, ew bo malên xwe hatine şandin.

Li Qersê 68 kes hîn li nexweşxaneyê di bin çavdêriya pizîşkî de ne û tên dermankirin. 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin