Bîlançoya êrîsa li dijî milîsên girêdayî Îranê li Sûriyê hat eskerekirin

Bîlançoya êrîsa li dijî milîsên girêdayî Îranê li Sûriyê hat eskerekirin

PeyamaKurd – Hejmara kuştî û birîndarên êrîşa li dijî milîsên girêdayî Îranê li Sûriyê, ji aliyê Wezareta Berevaniya Amerîka (Pentagon) hat eşkerekirin.

Balafirên şer ên Amerîka, bi fermana Serokê Amerîka Joe Biden, roja 26 Sibata îsal, baregehên komên çekdar ên nêzîkî Îranê li nav xaka Sûriyê û li nêzîkî sînorên Iraqê, bordûman kirin.

Berdevkê Pentagonê John Kirby di derbarê wê êrîşê de diyar kir û got, di wê êrîşa asimanî de, çekdarek hatiye kuştin û du çekdar jî birîndar bûne.

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka Lloyd Austin dabû zanîn, ew êrîş bersiva êrîşa moşekî ya şeva 15 Sibatê li dijî hêzên hevpeyman li Hewlêrê bû, ku tê de peymankarekî sivîl yê artêşa Amerîka hat kuştin, serbazekî Amerîkî û çend sivîl jî birîndar bûn.

Televîzyona Fox News ya Amerîkî jî roja 27 Sibatê ragihand, biryar bû êrîşek din li dijî wan milîsan were kirin, lê demek kurt beriya êrîşê, plan betal bû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin