Sandeka Swêdî serdana Rojavayê Kurdistanê kir

Sandeka Swêdî serdana Rojavayê Kurdistanê kir

PeyamaKurd - Şandeke Swêdî ku ji çend diplomatên wî welatî pêk tê serdana Rojavayê Kurdistanê kir.

Hat ragihandin ku şanda Swêdî bi serokatiya Şanderê Taybet bi kirîza Sûriyê yê Siwêdê di Netewên Yekbûyî de Bar Ornioz û endamtiya Berpirsê Dosya Sûriyê di Wezareta Derve ya Siwêdê de Cariwan Weinbach, Berpirsê Bernameya Ajansa Siwîdî ya Hewarçûnê Piyêr Dans û mafnas û şêwirmenda şandê Evîn Çetîn e.

Li gorî berpirsên Rêveberiya Xweser, ev cara yekem e şandeke Siwêdî serdana Rojavayê Kurdistanê dike û serdana wê şandê dê 2 rojan berdewam bike.

Li gor zanyariyên berdest, endamên şandê dê bi hin partiyên siyasî û saziyên Rêveberiya Xweser bicivin, herwiha dê rewşa deverê ji nêzîk bişopînin, da ku alîkariya deverên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de bikin.

Şanda Swêdî di riya deriyê sînorî yê Sêmalka re derbasî Rojavayê Kurdistanê û ji aliyê Serokê Desteya Pêwendiyên Derve yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdilkerîm Omer ve pêşwazî lê hate kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin