Îro ‘Roja Tenduritiyê ya Dinyayê’ ye

Îro ‘Roja Tenduritiyê ya Dinyayê’ ye

PeyamaKurd- Îro li seranserê dinyayê ‘Roja Tenduristiyê ya Dinyayê’ ye. Lê mixabin ev roja han, hat rojeka wisa ku halê dinyayê ji ber koronavîrusê baş nîne û hem kesên ku zêde di talûkê de ne, xebatkarên tenduristiyê ne. Di serî de jî doktor û hemşîrên xebatkar.

Bi sedema îro, wezîrê karên tebduristiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca jî peyamekî belav kir û di peyama xwe de weha got:

“Pîrozkirina 7 ê nîsanê ji aliyê Neteweyên Hevgirtî de bi biryarekî sala 1945an, dest bi pîrozkirina vê rojê kir lê ev cara yekê ye ku ev roj, rastî vê belaya nexweşînê ya koronavîrusê hat. Em bawerin dê mirovahî vê belayê çareser bike. Li xwe miqate bin. Sala bê vî çaxî bila ji halê me yê niha cudatir be.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin