PeyamaKurd – Bi biryara parêzgariyê, li Wanê çalakî û xebatên li derve 2 rojan hatin qedexekirin.
Li gor daxuyaniya Parêzgariya Wanê, rojên Şemî û Yekşemê 12 û 13ê Tebaxê biryara qedexeya çalakiyan hate dayîn.
Hat ragihandin, di nav wan çalakiyan de meş, kampanyayên îmzeyan, çêkirina anketan, vedana kon û standan, daxuyaniyên çapemeniyê, belavkirina belavokan, xwepêşandan, çalakiyên rûniştinê û civînên bikom ên li derve 2 rojan hatine qedexekirin.
Herwiha Parêzgariya Wanê dibêje ku qedexe “ji bo rêgirtina li êrîşan”, “parastina can û malê welatiyan”, “jinavbirina rêxistinên terorê” û “pêkanîna ewlehiya niştîmanî” hatiye ragihandin.
Li gorî daxuyaniyê, qedexe wan çalakiyan li xwe nagire ku bi destûra parêzgariyê ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin