PeyamaKurd – Li bajarokê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê, kolberekî Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve hat kuştin û komek kolber jî birîndar bûn.
Li gor zanyariyan, îro danê sibê li devera sînorî ya Kendesor li nêzîkî bajarokê Bane li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, pasdarên Îranê komek kolberên Kurd dan ber guleyan û di encama wê êrîşê de kolberekî 32 salî bi navê Resûl Kerîmî hat kuştin û 3 kolberên din jî birîndar bûn.
Kolberên ku birîndar bûne ev in: Mihemed xelkê Bane, Ramiyar xelkê gundê Sebedlû yê Bane û Şêrzad xelkê gundê Dergaşêxan yê Bane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin