Pasdarên Îranê li Bane kolberekî Kurd birîndar kirin

Pasdarên Îranê li Bane kolberekî Kurd birîndar kirin

PeyamaKurd -  Di encama êrîşa pasdarên Îranê de, li bajarokê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê, kolberekî Kurd birîndar bû.

Li gor malpera mafên mirova ya Hengawê diyar kiriye, îro danê sibê li zozanên sînorî yên Hengejale li nêzîkî bajarokê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê, komek kolber ji aliyê pasdarên Îranê ve hatin gulebarankirin.

Herwiha hat destnîşankirin, di wê êrîşê de kolberek bi navê Cemîl Ehmedpûr, xelkê gundê Hewtaş giran birîndar bû û ew kolberê birîndar, birin nexweşxaneya bajarokê Bane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin